1.Di dîroka nêz de Dagirkerî û Xiyaneta PDK’ê -3
Bi hevkariya PDK’ê hem xaka Başûr tê dagirkirin û talankirin,hemjî bi sedan sivîl û welatiyên herêmê dibin qurbanî.Ligel hêrs û berteka gel heta nihajî rayedarên hukumeta başûr nebûne xwedî helwestekê,di serdejî gel sûcdar kirine
2.Dewleta Tirk asta êrîş û qirkirina li hemberî gel û herêmê wisa pêş de biriye ku bi awayekî bê hed û hesab li ser erda başûrê Kurdistanê cirît davêje. Bêyî ku li rastî astengiyekê bê serbest tevdigere, heta ji aliyê payebilindên PDK’ê ve tên teşwîqkirin.
3.Di vê çarçoveyê de li başûrê welêt bi dehan baregeh û navendên karê qirêj dikin hatine avakirin.
4.BAREGEH Û ARMANCÊN WAN

Ji deriyê sînorê yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê kampên Tirkan hene. Em bala xwe bidin ser hûrgiliyên wan:
5.Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur e; hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re armanc ew e ku zext li herêma Heftanînê were kirin.
http://6.Bi  rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê, dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.

* Bi kampa Dêralûkê, tê armanckirin ku têkiliya navbera herêmên Zap û Garê were birîn.
7. Li ser sînorê Metîna; qereqolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.
8. Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.
9.Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistanê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.
10.Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.
11. Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, êrîşên li dijî Qendîlê ye.
12. Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û Barokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.
13.Dewleta Tirk ji sala 1983'an û vir ve li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ‘operasyonên derveyî sînor' pêk tîne. Hemû jî bi navên 'mezin'  û helaketiyeke zêde ya ragihandina hewûzê hate kirin. Lê belê yek jî ji wan bi ser neket. Heke em careke din bi bîr bixin:
14.Dewleta Tirk, operasyona xwe ya destpêkê ya 'li derveyî sînor', sala 1983'an, piştî 'Peyaman Hevkarî û Ewlekariya Sînor' a di navbera Kenan Evren û Bexdayê de hate îmzekirin, pêk anî. Operasyonê di 25'ê Gulanê de destpê kir û 7 hezar leşker tevlî bûn.
15.Piştî ku PKK'ê li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên çekdarî kir, di Cotmeha 1984'an de operasyona duyemîn hate kirin û li bin ket.

-Operasyona sêyemîn di 12'ê Tebaxa 1986'an de hat kirin û tevî PKK'ê kampên PDK'ê jî bûn hedef. Sivîl jî di nav de gelek pêşmerge şehîd bûn.
16.Operasyona derveyî sînor' a sala 1991'ê bi navê 'Supurge' hate kirin û aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû.Di Cotmeha heman salê de bi piştgiriya PDK û YNK'ê du operasyonên din hatin kirin. Piştî van operasyonan delweta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampên îstîxbaratê ava kirin
17.Piştî ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwar, Serokkomarê Tirk ê demê Tûrgût Ozal peyam ji Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan re şand û jê xwest ku 'asta şer kêm bike'. Di heman demê de artêşa Tirk hesabên cuda dikir.
18.Di Gulana 1992'an de bi navê 'Sizma' operasyoneke din hate kirin. Ev operasyona ku ceribandina 8’an bû, di 6'ê Gulanê de destpê kir û bê necam ma.
19. Artêşa Tirk di 12'ê Cotmeha 1992'an de bi 15 hezar leşkeran, ji bejahî ve bi tank, top, obusan û ji hewayê jî bi helîkopter û balafirên şer dest bi operasyoneke nû kir. Lê tenê 20 rojan karîbûn li hember gerîla bisekine. Neçar ma bê encam vekişe.
20.Du operasyonên din hatin kirin, ku aqûbeta wan ne cuda bû; 10'ê Hezîrana 1993 û 28'ê Çileya 1994!
-Artêşa Tirk di 6'ê sibata 1994'an de heremên Mezrê û Kariyêderî kir hedef û têk çû
Di Nîsana 1994'an de li heman herêmê operasyon lidar xist û aqûbeta wê jî weke yên beriya wê bû
http://21.Art êşa Tirk, piştî Tevgera Dagirkirina Qibrisê, 'operasyona herî mezin a li derveyî sînor' bi navê 'Çelîk' di 20'ê Adara 1995'an de pêk anî û xwest Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.
22. Bi fermandariya 13 generalan 35 hezar leşker tevlî operasyonê bûn û di aramanca wan de Heftanîn hebû. Vê operasyona ku PDK'ê piştgiriya wê dikir, 45 rojan dewam kir. Gelek kuştî li pey xwe hiştin û neçar man vekişin.
23.Piştî salekê du carên din êrîş kir. Hedefa operasyona 6'ê Adarê; Sineht, Heftanîn û Kelareş bûn. Di vê operasyona bi navê 'Atmaca-Tokat' de hedef sivîl bûn. Heman salê di meha Kanûnê de artêşa Tirk bi desteka PDK'ê li Başûrê Kurdistanê ji nû ve derket operasyonê.
24. Artêşa Tirk bi salan re hejmara xwe ya leşker û teknîka xwe ya li herêmê zêde kir. Navê 'Balyozê' li operasyona destpêkê ya sala 1997'an hate kirin. Ev operasyona ku di 14'ê Gulana 1997'an de destpê kirî, bi 50 hezar leşkeran hate kirin.
25.Piştî ku du helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin û fermandarên operasyonê hatin kuştin,operasyon bil ez û bez qediya Dewleta Tirk ku bi 'Balyozê jî tiştek bi dest nexist,vê carê di meha Îlonê de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran, ji nû ve dest bi operasyona derveyî sînor' kir
26.Dewleta Tirk ku bi 'Balyozê' jî tiştek bi dest nexist, vê carê di meha Îlonê de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran, ji nû ve dest bi operasyona 'derveyî sînor' kir. Navê vê operasyona ku PDK'ê piştgiriya wê dikir 'Çekîç' bû û çarenûsa 'Balyozê' hate serê wê jî.
27.Di bihara 1998'an de vê carê bi 40 hezar leşkerî, bi navê 'Mûrat' operasyonek pêk anî, kete nava xaka Başûrê Kurdistanê, lê ya dixwest bi dest nexist. Dîsa bê encam û destvala vegeriya.Di sala 1999'an de artêşa Tirk ji bo cara 24’an derket operasyona 'derveyî sînor'.
28. Aqûbeta vê operasyona bi navê 'Sandevîç' jî mîna yên beriya xwe bû.
Artêşa Tirk tevî PDK'ê di 4'ê Gulana 2000'î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekışand
29. Operasyona 'derveyî sînor' a 25’emîn a artêşa Tirk, xwest ku di Kanûna 2007'an de bi desteka hewayî bê kirin. Ev operasyon bi giranî bi êrîşên hewayî hate kirin û bê encam paşde vekişî.
30.Yaşar Buyukanit bi xwepêşandaneke mezin, di 21'ê Sibata 2008'an de bi navê 'Guneş Harekati' li herêma Zapê operasyonek da destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê berxwedaneke mezin a gerîla hate raberkirin.
31. Bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û helîkoptereke wan hate xistin. Artêş Tirk roja 29'ê Sibatê bi zorê ji herêmê filitî. Gerîla got, ‘ketin heye derketin tine ye!’
32.Dewleta Tirk, di van êrîşên xwe de heta niha nêzî 30 kîlomtere ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û baregeh çêkirine. Ji ber dagirkerî û êrîşan, jiyana welatiyên herêmê jî veguherî dojehê.
33.HELWESTA GELÊ BAŞÛR

Tevî hemû carê nerazîbûn û helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê pêk hatibe jî, lê ti carî weke hikûmet û rêveberên Başûrê Kurdistanê bi qasî pêwîst, li cem gel cih negirtiye, helwesta pêwîst raber nekiriye.
34.Roja 26’ê Çile xelkê Şêladizê bi ser baregeha Tirk de girtin û şewitandin. Piştî vê bûyerê operasyonên destgîrkirinê destpê kir û bi dehan kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin û li rastî zext û pêkanînên xirab hatin.
35.Serokwezîrê herêmê yê PDK’yî yê demê, Nêçîrvan Barzanî jî dagirkeriya Tirk parast û çalakger sûcdar kiribûn. Asayîşa PDK’ê jî piştre avêtibû ser gelek malên welatiyên û  destgîr kiribûn, bi êşkencê re derbas kiribûn.

Awyer BOTAN - Ahmet SİNAN
(Beşa 3)
You can follow @AliHsey53740177.
Tip: mention @twtextapp on a Twitter thread with the keyword “unroll” to get a link to it.

Latest Threads Unrolled: